Li Til Temirê rola aktîvkirina komîteyên lihevanînê hat nîqaşkirin

Meclisa Edaleta Civakî ya kantona Cizîrê ji nûnerên komînên li bajarê Til Temir û gundewarê wê re civîneke berfireh li dar xist. Di civînê de rêbazên aktîvkirin û bihêzkirina rola komîteyên lihevanînê weke performansa bingehîn a çareserkirina pirsgirêkên civakî ye, hatin nîqaşkirin.

26 tebax, 2025   13:38
HESEKÊ

Bi armanca bicihanîna pransîbên jiyana hevbeş û geşkirina aştiya navxweyî, Meclisa Edaleta Civakî ya kantona Cizîrê bi komînên bajarê Til Temir û gundewarê wê re civiya. Di civînê de rêbazên aktîvkirin û bihêzkirina rola komîteyên lihevanînê di civakê de hatin nîqaşkirin. Ji ber ku komîteyên lihevanînê yek ji stûnên bingehîn di çareserkirina nakokiyan de ye.

Civîn li hola Kinêr bi amadebûna nûnerên komînan, kesayetên civakî, rewşenbîrî, endamên Rêxistinên Civaka Sivîl û nûnerên partiyên siyasî hat organîzekirin.

Di civînê de beşdaran xebata komîteyên lihevanînê di dema borî de, zehmetiyên li pêşberî pêkanîna erkên xwe, nîqaş kirin.

Beşdaran diyar kir ku van komîteyan di gelek pirsgirêkên civakî de girîngiya xwe îsbat kirin, ew dikarin nêrînan nêzî hev bikin, nakokiyan kêm bikin.

Endamê rêveber ê Komîteyên Lihevanînê yên Meclisa Edaleta Civakî ya kantona Cizîrê Nûredîn Şakir diyar kir ku "Rola komîteyên lihevanînê ne tenê çareserkirina pirsgirêkan e, ji wê wêdetir di nava xelkê baweriyê ava dike, çandina bexişandin û diyalogê geş dike. Ew jî aştiya navxweyî xurt dike û mozaîka civakî diparêze."

Şakir destnîşan kir ku pêwîstî bi pêşxistina mekanîzmayên xebata komîteyan heye. Wê ew yek bi rêya dewreyên perwerdê ji bo endaman, zêdekirina pisporiyên wan ên guncaw di aliyê navbeynkariya civakî û çareserkirina pisgirêkan de, berfirehkriina xeleka hevkariyê di nava komîteyan û saziyên sivîl û xizmetguzarî de, pêk bê.

Di dawiya civînê de beşdaran gelek pêşniyarên ji bo bihêzkirina rola komîteyên lihevanînê di çareserkirina pirsgirêkan de kirin, weke xebata aktîfkirina rola komîteyan di piştgiriya komîteyên lihevanînê de.

(fr)

ANHA