Îsraîlê êrişî gundewarê Quneytîrayê kir: Kesek hat kuştin

Di êrişa Îsraîlê ya li dijî gundê Terencê yê bakurê Quneytîrayê de kesek hat kuştin.

Îsraîlê êrişî gundewarê Quneytîrayê kir: Kesek hat kuştin
26 tebax, 2025   13:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, di dema serdegirtina hêzên Îsraîlê li gundê Terencê yê gundewarê bakurê Qunetîrayê de kesek hat kuştin.

Hêzên Îsraîlê bi ser gund de girt û malek topbaran kir, di encamê de ciwanê bi navê Ramî Ehmed Xanim hat kuştin.

Demeke berê ya îro hêzên Îsraîlê bi 30 wesayîtên leşkerî derbasî bajarokê Siwêse yê gundewarê Quneytîrayê bûn. Di derbasbûnê de hêzan gule avêtin, bi ser gelek malan de girtin, heta saetekê ciwanek girtin û dûre berdan.

Duh jî, hêzên Îsraîlê derbasî gundewarê Şamê û Quneytîrayê bûn, girê Bat El Werde ya li lûtkeya Cebel El Şêx kontrol kir.

(fr)