Li Til Temirê Navenda Komînê hat vekirin

Di gaveke nû ya ber bi avakirina civakeke hevgirtî û hevkar de, Navenda Komîna Şehîd Demhat li bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê hat vekirin. Ev gav, li ser bingeha bicihanîna biryara Meclisa Gelan a di 28ˊê Hezîranê de, hat avêtin.

Li Til Temirê Navenda Komînê hat vekirin
Li Til Temirê Navenda Komînê hat vekirin
Li Til Temirê Navenda Komînê hat vekirin
Li Til Temirê Navenda Komînê hat vekirin
Li Til Temirê Navenda Komînê hat vekirin
Li Til Temirê Navenda Komînê hat vekirin
Li Til Temirê Navenda Komînê hat vekirin
Li Til Temirê Navenda Komînê hat vekirin
Li Til Temirê Navenda Komînê hat vekirin
18 tîrmeh, 2025   11:49
HESEKÊ

Li ser bingeha birêxistinkirian civakê û xurtkirina rola wê di rûbirûbûna zehmetiyên xizmetî û civakî de, Meclisa bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê Navenda Komîna Şehîd Demhat li bajêr vekir. Di merasîma vekirinê de nûnerên Rêxistinên Civaka Sivîlî, komîteyên jinan û ciwanan û şênî amade bûn.

Hevseroka Meclisa bajarê Til Temirê Gulîxan Tahir axivî û diyar kir ku vekirina navendekê ji bo komînan li hember krîzên aborî û civakî gaveke stratejîk temsîl dike.

Gulîxan anî ziman ku pêwîstî bi hevgirtin û hevkariya civakî heye, ji ber ku komîn nûnertiya mala giştî dike. Di komînê de pirsgirêkên rojane tên çareserkirin û biryarên bingehîn tên dayîn.

Beşdaran destnîşan kir ku pêwîstî bi aktîvkirina rola jinan û ciwanan heye, ku tev li plansazî û dayîna biryaran bin. Ji ber ew yek misogeriya civakeke adilantir û hevsengîtir dûrî metoda paşguhkirinê dike.

Vekirina Navenda Komîna Şehîd Demhat, di çarçoveya gavên ku Meclisa Til Temirê ji bo pêxistina binesaziya civakê û berdewama projeya neteweya demokratîk a avakirina civakeke demokratîk û jîngehî pêk tîne de, tê. Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 28ˊê Hezîranê de biryar dabû ku ji nû ve komîn werin birêxistinkirin.

(fr)

ANHA