Karmendên Amerîkayê vedigerin konsolxaneyên li Hewlêr û Bexdayê

Di dema şerê Îsraîl-Îranê dest pê kir de, Amerîkayê karmendên li konsolxaneyên xwe yên li Hewlêr û Bexdayê vekişandibû. Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku karmend vedigerin ser karên xwe.

Karmendên Amerîkayê vedigerin konsolxaneyên li Hewlêr û Bexdayê
18 tîrmeh, 2025   11:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 13 Hezîranê (2025) de, di navbera Îran û Îsraîlê de şer dest pê kiribû, herî dawî jî Amerîkayê di 22’yê heman mehê de êrişî navendên nukleerî yên Îranê kir. Amerîkayê çend roj beriya êrişên Îsraîlê beşek ji karmendên xwe û beşeke din jî piştî êrişên li Îranê vekişandibûn.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya amerîkayê Tammy Bruceyê duh di daxuyaniyek çapemeniyê de ragihandibû ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio biryar daye ku dawî li rewşa ne asayî bîne.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruceyê di axaftina xwe de got “Karmendên ku bi awayekî demkî ji bo derveyî Iraqê hatibûn veguhastin, dê gav bi gav dest bi vegera li Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê û Konsolxaneya Giştî ya Hewlêrê bikin."

(fr)