Rûsya 73 balafirên Ukraynayê bê bandor û wêran kirin

Wezareta Parastinê yê Rûsyayê diyar kir ku di şeva borî de pergala parastinê ya Rûsyayê li asîmanê Rûsyayê, ava deryaya Azovê û Deryaya Reş bê bandor û wêran kirin.

Rûsya 73 balafirên Ukraynayê bê bandor û wêran kirin
18 tîrmeh, 2025   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta parastinê ya Rûsyayê aşkera kir ku pergala wê ya parastina hewayî di şeva borî de 73 balafirên bêmirov ên Ukraynayê li ser asîmanê Rûsyayê, deryaya Azov û Deryaya Reş bê bandor û wêran kirin.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku "Di şeva borî de, saet ji 11:00ˊan şevê, 17ˊê Tîrmehê heta bi saet 07:00ˊan sibehê roja 18ˊê Tîrmehê li gorî dema Moskovê, pergala parastina hewayî 73 balafirên bêmirov ên Ukraynayê bê bandor û wêran kirin.

Wezaretê li ser Telegramê da zanîn ku piranî balafir li ser asîmanê başûrê rojavayê Rûsyayê hatine xistin.

Şaredarê Moskovê Sergei Sobyanin di parvekirina xwe ya li ser Telegramê de behsa tu birîndarî yan jî zirarên yên ji ber tevgera balafiran, nekir, lê tenê got xizmeta awarte parçeyên balafiran ji herêmê paqij dike.

(fr)