Li Til Temirê dest bi çinîna genim bû

Cotkarên Til Temir û gundewarê wî dest bi çinîna genim kir. Hilberîn baş e, her donimek genimê avî 500 kîlo û 300 kîlo ji bo yê bejî berhem dide.

Li Til Temirê dest bi çinîna genim bû
Li Til Temirê dest bi çinîna genim bû
Li Til Temirê dest bi çinîna genim bû
Li Til Temirê dest bi çinîna genim bû
11 hezîran, 2026   20:07
HESEKÊ

Cotkarên bajarê Til Temir û gundewarî wî dest bi çinîna genim kir. Tê pêşbînkirin ku hilberîna mewsimê çi bejî çi jî avî baş e.

Hejmarek cotkaran da zanîn ku her donimeke genim avî nêzî 500 kîlo dide û her donimeke bejî nêzî 300 kîl dide.

Bi destpêkirina mewsima çinînê re li herêmê tevgereke baş a patozan heye. Cotkaran hewl didin zû genimê xwe biçinin da ku zirarên gengaz ên ji ber şewatan telafî bikin.

Genim ji berhemên stratejîk li herêmê ye. Ji ber ku jêdera sereke ya rizqê ye û ewlekariya xurekê ya herêmî xurt dike.

Cotkar bi hêvî ne ku prosudurên wergirtin û firotin bi awayekî hêsan û bi rêk û pêk derbas bibe.

(fr)