Li Til Temirê der barê komploya 9ʹê Cotmehê de 2 civîn

Li Til Temirê ji bo nîqaşkirina armanc û sedemên komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan rêxistina PYDʹê 2 civîn li dar xistin.

6 cotmeh, 2024   21:17
HESEKÊ

Rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a bajarê Til Temirê ya kantona Cizîrê li gundê Xiwêtile û Çiyayê Kezwan 2 civîn girseyî organîze kirin. Di civînan de bal hat kişandin ser komploya navneteweyî ya di 9ʹê Cotmeha 1998ʹan de hatiye destpêkirin. 

Di civîna li gundê Xiwêtile de rêvebera HPCʹê Dîlan Til Temirê li ser rojên destpêkê yên ku Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe dest pê kiriye heta bi komploya li dijî wî û xistina girtîgeha Îmraliyê axivî.

Dîlan wiha domand: "Di vê demê de ji gelê herêmê tê xwestin ku fikir û felsefeya Rêbertî ji xwe re esas bigirin û ji bo şikandina tecrîdê têkoşîna mezin bikin."

Di civîna li Çiyayê Kezwan de endamê rêxistina PYDʹê Ridwan Xelef li ser sedemên ku gelek dewlet beşdarî vê komployê bûne axivî û got ji ber ku wan fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan a banga rizgarkirina gelan de dike qebûl nekirin, komplo pêk anîn.

Xelef di dawiyê de li ser projeya neteweya demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan banga wê dike axivî.

(fr)