Xelkê Til Hemîs konê alîkariyê ji bo welatiyên ji Lubnanê vedigerin veda

Şêniyên Til Hemîs ji bo ku alîkariyan ji welatiyên ji Lubnanê vedigerin re konek veda.

Xelkê Til Hemîs konê alîkariyê ji bo welatiyên ji Lubnanê vedigerin veda
6 cotmeh, 2024   20:36
QAMIŞLO

Di çarçoveya hemleya ku Heyva Sor a Kurd ji bo destekdayîna malbatên  ji Lubnanê vedigerin daye destpêkirin de, şêniyên Til Hemîs bi hevkariya Heyva Sor a Kurd konek li qada Mesref Çandiniyê ji bo komkirina alîkariyan veda.

Li wir hevserokê Meclisa bajarê Til Hemîsê Mihemed El Şumerî daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew amade ne alîkariya madî û manewî ji bo welatiyên Sûriyeyê û Lubnanê yên ku ji Lubnanê vedigerin, pêşkêş bikin.

El Şumerî banga tevlêbûna vê hemleyê kir.

Dê komkirina alîkariyan 20 rojan bidome.

(mh)

ANHA