Cotkarên bajarê Til Temirê dest bi çinîna kemûnê kir

Cotkarên bajarê Til Temirê dest bi çinîna kemûnê kir, di demekê de ku hilberîn ji ber baranên giran di qonaxa kulîlkbûnê de kêm bûye. Ev yek ji bo cotkaran ziyan çêkiriye û ew neçar kirine ku piştgirî û tezmînatê bixwazin.

Cotkarên bajarê Til Temirê dest bi çinîna kemûnê kir
1 hezîran, 2026   07:15
HESEKÊ
ABDULXENÎ EL HAMAN

Cotkarên bajarê Til Temirê dest bi çinîna berhema Kemûnê kir. Cotkar bi fikar in ku berhem kêm be, ji ber di dema vebûna kulîlkan de baran zêde bariya.

Cotkarê bi navê Ebdulezîz Berekat Hisên diyar kir ku hilberîna îsal ji ya ku dihat hêvîkirin pir kêmtir bû, ji ber barana zêde di dema kulîlkbûnê de nehişt ku ber bigire, her wiha li gelek deveran berhem ji dest çû.

Hisên da zanîn ku zirar ne tenê bi kêmbûna hilberînê ve sînordar bû, lê di heman demê de lêçûnên çandiniyê jî pir zêde bûn, wek lêçûnên amadekirina erdê û kirîna tovan heya cotkirin û mûçeyên karkeran, ku ew jî vê salê pir zêde bûye.

Hisên diyar kir ku gelek cotkaran pereyên mezin li çandiniyê xerc kirine, bi hêviya ku berhema wan, van lêçûnan vegerîne. Lê belê şert û mercên hewayê bûn sedema windahiyên mezin.

Hisên bang li rayedar û saziyên têkildar ên ku piştgiriyê didin sektora çandiniyê kir ku alîkariyê bidin cotkarên ku ziyan li wan bûye, bi taybet ji ber şert û mercên aborî yên dijwar û lêçûnên çandiniyê yên zêde.

Tevî hilberîna kêm, cotkarên li Til Temirê berdewam berhema mayî berhev dikin.

(k)

ANHA