Ji ber ziyanan û dizînê kirîza elektrîkê li Hesekê dewam dike

Krîza elektrîkê li bajarê Hesekê her ku diçe xirabtir dibe, ziyanên mezin li tora elektrîkê bûne û trans û xetên elektrîkê jî hatine dizîn. Daîreya elektrîkê diyar kir ku herêm hewceyê 550 megawat e, lê tenê 50 ji wan tên dabînkirin.

Ji ber ziyanan û dizînê kirîza elektrîkê li Hesekê dewam dike
1 hezîran, 2026   05:05
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Zêdetirî salekê ye, li bajarê Hesekê krîzeke giran a elektrîkê berdewam dike, elektrîk bi tevahî li bajêr û gundên derdorê qut bûye. Di salên derbasbûyî de binesaziya elektrîkê xirab bûye û trans û xetên elektrîkê hatine dizîn.

Di demên dawî de, piştî xebatên nûjenkirina torê, li çend taxan elektrîk hatiye peydakirin, lê yên din bê elektrîk mane.

Serokê Navenda Elektrîkê ya Hesekê, Endazyar Selah Hesen, got ku hikûmeta demkî du mehan elektrîka herêma Cizîrê bi rêya xeta Bendava Tebqayê qut kiriye. Piştî rêzenîqaş û bangên ji hikûmetê re, elektrîk nêzîkî mehek berê vegeriya herêmê.

Hesen wiha dewam kir, "Herêma Cizîrê hewceyê nêzîkî 550 megawat elektrîkê ye, lê herî zêde tenê 50 megawat werdigire. Ji ber vê yekê, em li gorî bernameya kevin dixebitin, elektrîkê  didin saziyên xizmetên bingehîn. Elektrîk carna digihîje hin taxên bajarê Hesekê ku torên wan bi torên gundan ve girêdayî ne."

Hesen diyar kir ku daîreya elektrîkê niha ji bo sererastkirina torên ku ji ber diziyên rojane zirar dîtine dixebite. Ji ber ku zêdetirî 30 transên elektrîkê kablo hatine dizîn.

Hesen destnîşan kir ku têkiliya bi Wezareta Enerjiyê re hîn ti encamên berbiçav dernexistiye, û herêm hewceyê tamîrên berfireh ên binesaziya elektrîkê ye.

Hsen eşkere kir ku plan heye ku elektrîkê ji santrala elektrîkê ya El Teym li Dêrazorê bikşînin, her wiha ji xeta santrala El Mebrûka, ku ji Bendava Tişrînê tê. Her wiha got ku nûjenkirina tora stasyona El Mebrûkayê dikare 50 megawatên din peyda bike.

(k)

ANHA