Li Til Koçerê şehîdekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat oxirkirin

Şêniyên bajarê Til Koçer û gundên wî cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mihemed Etellah El Mihemed oxir kir û soza şopandina rêya wî dubare kir.

Li Til Koçerê şehîdekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat oxirkirin
Li Til Koçerê şehîdekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat oxirkirin
Li Til Koçerê şehîdekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat oxirkirin
15 nîsan, 2025   21:54
QAMIŞLO

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê nasnameya endamê xwe Mihemed Etellah El Mihemed ku di qezayekê de li Girkê Legê şehîd bû, aşkera kir.

Cenazeyê şehîd li Goristana Şehîd Eqab El Eswed a bajarê Til Koçer hat oxirkirin. Di merasîmê de şêniyên bajêr û gundên wî amade bûn.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajêr Yasîn El Kino sersaxî da malbata şehîd û soza şopandina rêya wan dubare kir.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên bajêr Mein Ereb soza şopandina rêya hevrêyên xwe û domandina têkoşînê dubare kir.

Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd hat xwendin û ji bo malbata wî hat radestkirin û cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan hat oxirkirin.

(mh/fr)