Koçberên Girê Spî û Silokê bang kir: Em vegereke ewle dixwazin

Koçberên bajarê Girê Spî û bajarokê Silokê yên dagirkirî banga bidawîkirina dagirkerî û rawestandina sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kir, da ku ewle vegerin warên xwe.

Koçberên Girê Spî û Silokê bang kir: Em vegereke ewle dixwazin
16 nîsan, 2025   06:17
EYN ÎSA

Di civîna 12’ê Nîsana a navbera Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û nûnerên desthilata Şamê de avakirina komîteyeke taybet bi vegera koçberên ji tevahî herêmên Sûriyeyê hat nîqaşkirin. Ev civîn di çarçoveya pêkanîna xalên peymana 10’ê Adarê de hat organîzekirin.

Girêdayî mijarê dengên koçberên bajarê Girê Spî û bajarokê Silokê yên dagirkirî bilind bû û bang kir ku bi lez û bez xalên peymanê pêk bînin û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derxin, da ku vegera li warên wan ewle be.

Koçber Îbrahîm El Îsa yê ji gundê Xirbet El Beqer ê gundewarê rojavayê Girê Spî bi xemgîniyekê got: "Hîna çete li herêmên me sûcên xwe didomînin, gundên me dagir kirine, mal û erdên me desteser kirine. Piştî peymanê em şadbîn bûn, lê zêdetirî mehekê di ser re derbas bû û hîna tu gavên pratîkî li ser erdê nehatine avêtin. Hîna çete li gundên me ne, weke ku tiştek nehatibe guhertin."

Koçber Ezîz El Mezroî yê ji bajarokê Silokê yê dagirkirî, dema ajansa me rastî hatê, wî li nava rûpelan medya dîjîtal li nûçe û agahiyên vegera warê xwe digeriya û got: "Em zêdetirî 5 sal in koçber in, em di kampan de dijîn, çete jî di malên me de ne. Em bi darê zorê hatin koçberkirin û her tiştê me desteser kirin."

El Mezroî di berdewama axaftina xwe de got: "Hebûna çeteyan li pêş vegera me astengiya herî mezin e. Em ji desthilata Şamê dixwazin ku bi berpirsiyariya xwe rabe û her kesê sûc kirine hesab jê bixwaze, da ku em vegera ewle ya li malên xwe misoger bikin."

Ji ber dagirkirina bajarê Girê Spî û bajarokê Silokê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve îro şêniyên bi darê zorê koçber bûne di kampan de di rewşên zehmet re derbas dibin û li benda vegerê ne.

(fr)

ANHA