Li Til Koçerê çeteyekî DAIŞ’ê hat girtin

Li Til Koçerê di operasyona QSD û Koalîsyona Navneteweyî de, çeteyekî DAIŞ’ê hat girtin.

Li Til Koçerê çeteyekî DAIŞ’ê hat girtin
10 hezîran, 2025   13:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku li bajarê Til Koçerê yê kantona Cizîrê çeteyekî DAIŞ’ê girtiye.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên girêdayî hêzên me Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), bi beşdariya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî 22’ê Gulanê operasyoneke ewlehî ya taybet li dar xist. Oprasyon bi armanca girtina terorîstekî şaneyên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst li herêma Til Koçerê pêk hat.

Operasyon piştî şopandina tevgera terorîstî bi navê Wedah Murad Tiêsan (Wedah) ê ji bajarokê Til Koçerê dest pê kir. Hêzên me piştî komkirina agahiyan derheqî wê de, cihê wî dorpêç kir û ew girt.

Wedahê terorîst di mikurhatinên xwe de diyar kir ku wî di warê propaganda û ragihandinê de çalakî kirine, gelek hesabên Telegramê yên taybet bi rêxistina DAIŞ a terorîst bi kar dianî û bi rêya wan propogandaya fikirên DAIŞ’ê dikir û belav dikir. Bi îdiayên derewîn bang li ciwanan dikir ku tev li DAIŞ’ê bibin.

Hêzên me teqez dikin ku dê operasyonên xwe yên ewlehiyê yên li dijî rêxistina terorîst bidomîne, heya ku dê ji kokê rake, tevahî jêderên wan ên madî û manewî ji hev bixe û ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîsoger bibe."

(bb)