Li Idlibê erebeyek hat bombebarankirin: 1 kuştî

Hate zanîn ku li bakurê Idlibê di encama êrişeke hewayî ya li dijî erebeyekê de kesek hat kuştin.

Li Idlibê erebeyek hat bombebarankirin: 1 kuştî
10 hezîran, 2025   13:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku li herêma Tecamui El Kerama ya li bakurê Idlibê bi dronekê êrişî erebeyekê hatiye kirin. 

Li gorî agahiyên destpêkê yên SOHR’ê, di encama êrişê de kesek hatiye kuştin.

Bombebarankirina erebeyê nêzî saetekê piştî êrişa Koalîsyona Navneteweyî ya li nêzî bajarokê Dana yê gundewarên Idlibê ya li dijî motorsîklêtekê pêk hat ku di encamê de 2 kes hatibûn kuştin.

(bb)