Li Minbicê 2 çete hatin kuştin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Cebhet El Ekrad, hewldana çeteyên dewleta Tirk a ketina gundekî Minbicê têk bir û 2 çete hatin kuştin.

Li Minbicê 2 çete hatin kuştin
8 tîrmeh, 2024   15:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk hewl dan bikevin gundekî Minbicê lê hewldana wan hat têkbirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Çeteyên dewleta Tirk a dagirker roja îna borî hewl da ji gundê Olalşî bikevin gundê Boxazê. Şervanên Cebhet El Ekrad û Meclisa Leşkerî ya Minbicê tevgera çeteyan şopand û bersiv da. Di encamê de şer derket. Şer saetekê dewam kir û tê de çekên navîn hatin bikaranîn. Şervanan hewldana çeteyan a ketina gund têk bir. 2 çete hatin kuştin û yên din reviyan."

(bb)