Dewleta Tirk rojhilatê Kobanê bombebaran kir
Balafireke bêmirov a biçek rojhilatê bajarê Kobanê bombebaran kir û di heman demê de dewleta Tirk herêm topbaran kir. Di encamê de agir bi zeviyan ket.
Balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker herêma di navbera gundê Gultepe û Baxdîk de li rojhilatê bajarê Kobanê bombebaran kir. di heman demê de dewleta Tirk a dagirker heman dever topbaran kir. dema êrişê cotkar di nav zeviyên xwe de bûn.
Di endamê de agir bi zeviyan ket lê heta niha agahiyên dîtir der barê encamên êrişê de bi dest neketin.
(şx)