Şehîd Dilpak Efrîn hate veşartin

Cenazeyê şervanê YPG ′yê Dilpak Efrîn li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehrezê ya kantona Şehbayê hate veşartin.

Şehîd Dilpak Efrîn hate veşartin
Şehîd Dilpak Efrîn hate veşartin
Şehîd Dilpak Efrîn hate veşartin
Şehîd Dilpak Efrîn hate veşartin
Şehîd Dilpak Efrîn hate veşartin
Şehîd Dilpak Efrîn hate veşartin
Şehîd Dilpak Efrîn hate veşartin
Şehîd Dilpak Efrîn hate veşartin
Şehîd Dilpak Efrîn hate veşartin
Şehîd Dilpak Efrîn hate veşartin
Şehîd Dilpak Efrîn hate veşartin
Şehîd Dilpak Efrîn hate veşartin
Şehîd Dilpak Efrîn hate veşartin
Şehîd Dilpak Efrîn hate veşartin
16 kanûn, 2023   18:10
ŞEHBA

Şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Dilpak Efrîn (Diyar Sîdo) di encama qezayekê de dema ku li ser erka xwe bû di 14`yê mehê de şehîd bû. Cenazeyê wî îro bi merasîmekê li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrezê ya kantona Şehbayê hate veşartin.

Şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê cenazeyê şehîd Dilpak Efrîn ji nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê wergirt û ber bi goristanê ve bi rê ketin.

Li goristanê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulenan Mamo sersaxî da malbata şehîd û tevahiya şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê û bal kişand ser soza ku gelê Bakur û Rojhilata Sûriyayê daye şehîdên xwe û her tim peyama wan berxwedan e. Her wiha Mamo diyar kir ku dê hevrê û malbatên şehîdan têkoşîna wan bidomînin.

Piştre, endamê Meclisa kantona Efrîn û Şehba Xedîce Elo axivî û wiha got: "Li Şehbayê berxwedana gel ruxmî dorpêçê û zehmetiyên heyî gelê me rêya têkoşîne hilbijartiye. Ev yek jî bi saya şervanên me û şehîdên me ne. Em soza xwe li hember şehîdên xwe nû dikin."

 Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd Dilpak Efrîn hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Cenazeyê şehîd bi siloganên "Şehîd namirin" û tilîliyên dayikan hat veşartin.

(zş)

ANHA