Li Til Birakê zêdetirî 3 milyon û 300 hezar lître mazot hatiye belavkirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk belavkirina para malbatan a mazota sobeyan dewam dike. Li Til Birakê heta niha nêzî 3 milyon û 300 hezar lître hatiye belavkirin.

Li Til Birakê zêdetirî 3 milyon û 300 hezar lître mazot hatiye belavkirin
29 tebax, 2025   10:06
HESEKÊ
AMIR EL EZAWÎ

Di çarçoveya hewldanên misogeriya gihandina mazota sobeyan li tevahî welatiyan beriya zivistanê de, Komîteya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li gorî bernameya xwe mazotê li bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê belav dike.

Girêdayî mijarê, hevserokê Komîteya Sotemeniyê ya Til Birakê Usama Xilêf ji ajansa me re behsa rêveçûna xebatê kir û got: "Me ji nêzî 2 mehan ve bi hemahengiya meclis û komînan kartên mazotê li xelkê belav kirine. Da ku şênî bi rêya komîteyên aborî û komîteyên taybet mazota sobeyan wergirin."

Xebata belavkirinê ji gundên dûr ên girêdayî bajarokên El Esêbex û El Hemdî ve dest pê kir, da ku di zivistanê de tevgera tankerên mazotê li wan gundan zehmetiyan nekişînin.

Li gorî Xilêf, komîteyê ji sedî 75 mazot li malbatên Til Birakê belav kiriye û diyar kir ku: "Ji eslê 15 hezar malbatan mazot li 11 hezar malbatî hatiye belavkirin. Anku heta niha 3 milyon û 300 hezar lître mazot hatiye belavkirin."

Xilêf da zanîn ku li gorî par malbatên din jî zêde bûne, ji ber ku hin nû ziwicîne.

Der barê zehmetiyên komîte pê re rû bi rû mane û dimînin de Xilfê ev tişt anî ziman: "Zehmetiya her girîng xebata dubarebûna aktîvkirina kartan e. Ji ber ku hin malbatan berê li herêmeke din kartên xwe aktîv kirine û li Til Birakê jî hatine aktîvkirin. Di vê rewşê de em bi rêveberiya giştî re têkilî datînin ku aktîvkirina kartan betal bike û careke din aktîv bike. Ev yek jî demê dixwe."

Di demekê de hîna proseya aktîvkirina kartên belavkirina mazotê didomin, Usama Xilêf diyar kir ku tê payîn aktîvkirina kartan nêzî demekê bidome û wê proseya belavkirinê beriya zivistanê bi dawî bibe.

(fr)

ANHA