3 birayên ji Siwêdayê hatin revandin

3 birayên ji Siwêdayê dema ku ji bajarokê Sehnaya di rêya Derayê re vedigeriyan Siwêdayê hatin revandin.

3 birayên ji Siwêdayê hatin revandin
29 tebax, 2025   09:51
SIWÊDA

Çavkaniyên xwecihî diyar kir ku têkilî bi 3 birayên ji bajarê Selxed ê başûrê Siwêdayê, dema ku ji Sehnaya di rêya Derayê re vedigeriyan Siwêdayê, qut bûn. Navên wan wiha ne; Omer, Mudir û Amir Enwer Cebor.

Çavkaniyan amaje bi wê yekê kir ku têkiliya malbata revandiyan, ku di veguhastina rêwiyan de dixebitin, qut bûye. Piştre diayr bû ku ew li gundewarê Derayê yê di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de hatine revandin.

Heman çavkaniyan da zanîn ku benda kontrolê ya dawî ya ku hat îsbatkirin ew tê re derbas bûne benda Menket El Heteb bû. Ew bend, ji aliyê Şamê ve, li têketina bajarê Derayê ye. Lê paşê erebeya wan di navbera bajarokê Kihêl û Tîbe yên rojhilatê Derayê de hat dîtin û tu şopên wan jî nehatin dîtin.

Li bajarê Derayê kiryarên revandin û hedefgirtina sivîlan li ser rêyan bi armanca mezhebî dewam dikin. Ew kiryar bi taybet piştî êrişa hêzên hikumeta Şamê ya di Tîrmehê de li dijî Siwêdayê pêk tên. Hin kiryar bi ajoyên mezhebî hin jî bi ajoyên standina pereyan pêk tên.

(fr)