Li Til Birakê semînera ‘4’ê Nîsanê mîlada heqîqet û mirovahiyê ye’

Kongra Star di semînerekê de diyar kir ku 4’ê Nîsanê roja nûkirina soza domandina meşa azadî û pêkanîna peyama Rêber Abdullah Ocalan e.

Li Til Birakê semînera ‘4’ê Nîsanê mîlada heqîqet û mirovahiyê ye’
Li Til Birakê semînera ‘4’ê Nîsanê mîlada heqîqet û mirovahiyê ye’
Li Til Birakê semînera ‘4’ê Nîsanê mîlada heqîqet û mirovahiyê ye’
Li Til Birakê semînera ‘4’ê Nîsanê mîlada heqîqet û mirovahiyê ye’
Li Til Birakê semînera ‘4’ê Nîsanê mîlada heqîqet û mirovahiyê ye’
Li Til Birakê semînera ‘4’ê Nîsanê mîlada heqîqet û mirovahiyê ye’
10 nîsan, 2025   15:18
HESEKÊ

Di çarçoveya çalakiyên bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan de, Meclisa Kongra Star a bajarê Til Birakê semînerek bi navê "4’ê Nîsanê mîlada heqîqet û mirovahiyê ye" organîze kir.

Semîner bi amadebûna girseyeke mezin a jinan, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û hêzên leşkerî li hola Meclisa Bajarê Til Birakê hate dayîn.

Endama Kongra Star Îtab El Mutleg jiyana Rêber Abdullah Ocalan û pêvajoyên têkoşîna wî vegotin. Îtab anî ziman ku rojbûna Rêber Abdullah Ocalan ne tenê rojbûna kesekî ye bi qasî ku mîlada dozekê û destpêkirina şoreşa azadiyê ye. Her wiha got rojbûna Rêber Abdullah Ocalan bi taybetî ji bo jinan rojbûna zanîn û rizgariyê ye û wiha dewam kir: "Di wextekî de ku li Rojhilata Navîn di nava aloziyan de ye, projeya aştî û demokrasiyê ya Rêbre Abdullah Ocalan zemîna edalet û wekheviyê ye. Ji bo serxistina vê projeyê û parastina wê berpirsyariyên mezin ji me tê xwestin."

Beşdaran jî der barê mijara semînerê de nêrînên xwe anîn ziman.

Semîner bi bezkirina dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin, Jin, Azadî" bi dawî bû.

(bb)

ANHA