Li Minbicê 2 cenazeyên şewitî hatin dîtin

Li gundewarên Minbicê yê dagirkirî 2 cenazeyên şewitî hatin dîtin.

Li Minbicê 2 cenazeyên şewitî hatin dîtin
10 nîsan, 2025   14:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Niştecihên gundê Ebû Kehef (22 km dûrî bajarê Minbicê yê dagirkirî ye) 2 cenaze li ser rêya di navbera gundê Ebû Kehef û gundê Bîrayê de dîtin.

Şêniyan diyar kir ku her du kes li cihekî nediyar hatine kuştin û piştre cenazeyên wan hatine şewitandin.

Li Minbicê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, tundî, sûcên kuştin, dizî û talankirina milkên giştî û taybet dewam dikin.

(bb)

ANHA