Li Tertûsê dikan şewitîn dibe ku zanebûn hatibin şewitandin

Li bazara garajê ya kevin a li Tartûsê agirêkî mezin derket, di encamê de zêdetirî 18 dikanên sebze û fêkiyan şewitî. Kesên ku bandor bûne diyar kir ku agir bi zanebûn hatiye vêxistin.

Li Tertûsê dikan şewitîn dibe ku zanebûn hatibin şewitandin
19 mijdar, 2025   20:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bazara garajê ya kevin a li Tartûsê agirêkî mezin derket, di encamê de zêdetirî 18 dikanên sebze û fêkiyan bi tevahî şewitîn û bi dehan malbatan çavkaniya dahatê xwe winda kirin.

Her çiqas jêderên fermî sedema şewatê wekî kontaka elektrîmê nîşan danejî, lê hin kesan ji  ajansa me re gotin ku wan bêhna mazotê li cihê şewatê kiriye û îhtîmala vexistina agir bi zanebûn anîn ziman.

Danê sibehê, xwediyên dikanan gihîştin bazarê û dîtin ku dikanên wan bûne kavil.  Li gorî xwediyên dikanan bi mîlyonan lîre ziyan li wan bûye.

Kesên ku zirar dîtine li cihê bûyerê ji ajansa me re destnîşan kirin ku sedema kontaka kehrebê ne rast e ji ber ku kehirebe bi şevê tune ye.

Yek ji xwediyên dikanan, bi navê Ebû Elî derbarê şewatê ev pirs kirin. Çawa dibe ku kontaka kerebê be û kehirebe di tevahiya şevê tune ye? Tiştê herî ecêb ew e ku li yek ji dikanan bêhna mazotê pir hatiye, kê mazot aniye bazara sebzeyan?"

Xwediyê dikaneke din (ku ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike) got: "kehirebe di saet 11’ê şevê de tê qutkirin û heta sibehê tune ye. Tiştê ku qewimî ne normal e. çavkaniya dahata me ji dest me çû, mîna ku hin kesin bixwazi me birçî bihêlin."

Li gorî firoşkaran, piraniya kesên zirar dîtine ji mezheba Elewî ne û ev dikanên wan çavkaniya dahata wan a sereke ye.

Heta dema nivîsandina vê nûçeyê, ti encamên lêpirsîna fermî nehatine weşandin ku şert û mercên şewatê zelal bike, di heman de qurbanî daxwaza lêpirsîneke zelal dikin da ku were destnîşankirin ka agir ji ber xemsariyê çêbûye an bi zanebûn.

(ac)

ANHA