Şamê serdana Netanyahu bo nava axa Sûriyeyê şermezar kir

Wezareta Karên Derve ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê îro serdana Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrên Parastin û Karên Derve bo herêma tampor a di nava axa Sûriyeyê, ku hêzên Îsraîlê lê bicih bûne, şermezar kir.

 Şamê serdana Netanyahu bo nava axa Sûriyeyê şermezar kir
19 mijdar, 2025   20:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniyekê de, Wezaretê got ku Sûriyeyê "bi tundî serdana neqanûnî ya serokatiya  dagirkriya Îsraîlê bo başûrê welêt şermezar dike, û vê gavê wekî hewldanek nû ji bo ferzkirina rewşeke ku li dijî biryarên Konseya Ewlekariyê ye dibîne.

Tevî ku hikûmeta veguhêz li dijî kiryarên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê helwest digire, lê di derbarê dagirkeriya Tirkiyeyê li bakurê welêt de, ku Enqereyê deverên mezin ên bakurê Sûriyeyê dagir kiriye, helwestek wiha nîşan nade.

(k)