Li Humsê kesek piştî hat revandin kuştî hat dîtin

Li taxeke bajarê Humsê cenazeyê kesekî ku şevek berê hatibû revandin, kuştî hat dîtin.

Li Humsê kesek piştî hat revandin kuştî hat dîtin
19 mijdar, 2025   19:47
HUMS

Nûçegihana me ji bajarê Humsê ragihand ku cenazeyê kesekî ku şevek berê hatibû revandin, li taxa Wadî El Zeheb ya bajarê Humsê kuştî hat dîtin.

Li gorî agahiyan komeke çekdar duh şevê kesekî bi navê Miyeser Berbûra ji dikana wî ya li taxa Wadî El Zeheb ya bajarê Humsê revandin. Kesê revandî yê 59 salî piştî çend saetan kuştî hat dîtin.