Li Tertûsê ciwanekî di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da

Ciwanekî ji Tertûsê, piştî ku ji hêla hêzên hikumeta veguhêz ve hatibû girtin, di rewşên nepen de jiyana xwe ji dest da.

Li Tertûsê ciwanekî di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da
16 kanûn, 2025   23:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku ciwanek ji bajarê Dirêkîş ê Tertûsê di rewşên nepen de, piştî ku ji hêla hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve hatibû girtin, di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî malbata wî ciwanî, ew nêzî 20 rojan hatibû ragirtin û piştî 3 hefteyan cenazeyê wî radestî wê kirine.

Malbatê diyar nekir ku kurê wan di bin îşkenceyê de miriye yan na, lê li gorî agahiyên xwecihî şopên îşkence û şikandinê hene ku bûne sedema mirina wî. Lê hin çavkaniyên dîtir destnîşan kir ku ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest daye.

Bi dehan girtî di girtîgehên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest daye, di heman demê de malbat û rêxistinên Sûriyeyî bang dikin ku lêpirsînînên serbixwe û lez werin vekirin ku sedemên wefata girtiyan werin aşkerakirin û sûcdar werin cezakirin.

(fr)