Li Tel Avîvê 2 kes hatin kuştin, gelek kes birîndar bûn

Li gorî medyaya Îsraîlê, di encama ketina moşekeke Îranê de li Tel Avîvê de 2 kes hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.

Li Tel Avîvê 2 kes hatin kuştin, gelek kes birîndar bûn
9 adar, 2026   14:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Îsraîlê ragihand ku moşekeke Îranê li Tel Avîvê ketiye û di encamê de 2 kes hatine kuştin û hin jî birîndar bûne.

Kanala 12 a Îsraîlê da zanîn ku moşekê 24 bombeyên biçûk hilgirtibûn, giraniya her bombeyekê di navbera 2-5 kg de ye. Li gorî heman kanalê bombe li herêmeke berfireh ketin û di encamê de hin kes birîndar bûn û zirarên madî çêbûn.

Xebatkarekî tenduristiyê yê îsraîlî ragihand ku li bajarê Yehuda yê bakurê Tel Avîvê hin kes birîndar bûne û rewşa 2 birîndaran giran e.

Desthilata Îsraîlê jî ragihand ku her du kesên bi giranî birîndar bûbûn, mirine.

(bb)