Li Tebqayê zêdetirî 190 hezar hebên kaptagonê hatin desteserkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kantona Tebqayê 196 hezar û 745 hebên kaptagonê desteser kirine.

Li Tebqayê zêdetirî 190 hezar hebên kaptagonê hatin desteserkirin
7 nîsan, 2024   15:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wê yên têkoşîna li dijî narkotîkê operasyonek li gundê Hinêde yê bajarê Tebqayê li dar xist û firoşkarekî narkotîkê destgîr kir û pê re miqdarên mezin ên narkotîkê desteser kir.

Hêzên di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin: "Di 30’ê Adarê danê sibehê de, hêzên me yên dijî madeyên hişbirê li gundê Hinêde yê bajarê Tebqayê çalakiyek li dar xist û di encamê de firoşkarekî hebên hişbirê girti û gelek made jî desteser kirin.

Di çarçoveya xebatên hêzên me yên şopandina dosyayên kesên ku di karê madeyên hişbirê de cih girtine û bi lêgerîn û lêkolînên li ser vê nexweşiyê û têkoşîna li dijî wê, endamên dijî madeyên hişbirê guman bi kesekî kirin ku madeyên hişbir difiroşe. Piştî liv û tevgera wî hat şopandin û agahî li ser tevlêbûna wî di vî karî de hat komkirin, hêzên me bi operasyoneke taybet ew li gundê Hinêde yê Tebqayê girtn û kamyona wî jî hat desteserkirin. Dema kamyon hat teftîşkirin miqdareke mezin a hebên hişbirê di hundirê wê de hate dîtin, ku hejmara wan 196 hezar û 745 hebên hişbirê yên ji cureya Kaptagon e.

Her wiha Rêveberiya Giştî ya dijî madeyên hişbirê bang li hemwelatiyan dike ku her karekî têkildarî madeyên hişbirê ji nêzîktirîn navenda ewlehiyê ya girêdayî hêzên me re ragihînin da ku civakeke aram ava bibe."

)şx)