Li Şedadê pêvajoya hilbijartinên şaredariyan ji gel re hate şîrovekirin

Li Hesekê ji bo şîrovekirina pêvajoya hilbijaritnên şaredariyan, civînek ji şêniyan re hate lidarxistin. Di civînê de girîngiya hilbijartinan û rêbaza tevlêbûna wê hate şîrovekirin.

Li Şedadê pêvajoya hilbijartinên şaredariyan ji gel re hate şîrovekirin
Li Şedadê pêvajoya hilbijartinên şaredariyan ji gel re hate şîrovekirin
Li Şedadê pêvajoya hilbijartinên şaredariyan ji gel re hate şîrovekirin
Li Şedadê pêvajoya hilbijartinên şaredariyan ji gel re hate şîrovekirin
Li Şedadê pêvajoya hilbijartinên şaredariyan ji gel re hate şîrovekirin
Li Şedadê pêvajoya hilbijartinên şaredariyan ji gel re hate şîrovekirin
7 nîsan, 2024   15:54
HESEKÊ

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Şedadê ji bo şîrovekirina pêvajoya hilbijartinên şaredariyan, civînek ji şêniyên navçeyê re lidar xist.

Komîseriya bilind a hilbijartinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 28`ê Adarê ragihand ku 30`yê Gulanê wê hilbijaritnên şaredariyan li herêmê bên lidarxistin.

Di civînê de şêniyên navçeyê, endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û endamên partiyan tev li civînê bûn.ç

Endamê rêveberiya PYD`ê şaxê navçeya Şedadê Fadil El Ehmed têkildarî civînê ji ajansa me re wiha axivî: "Ji bo ku em şêniyan bi hilbijartinan bidin nasandin, em van civînan li dar dixin. Ji wan re girîngiya hilbijartinan û dê çawa tev lê bibin, bandora van hilbijartinan li ser saktorên jiyanê û pêvajoya dû hilbijartinan şîrove bikin."

Her wiha di civînê de endamê rêveberiya PYD`ê şaxê Şedadê Mihêdî El Dexîm axivî û diyar kir ku di çarçoveya pêkanîna bendên Hevpeymana Civakî de hilbijartin dê werin lidarxistin.

El Dexîm, daxuyaniya Komîseriya Bilind a Hilbijartinan xwend û ji beşdaran re şîrove kir.

Çave rêye ku li bajar û navçeyên herêmê wek vê civînê bê lidarxistin.

(şx)

ANHA