Bîlançoya 5 salên dagirkirina Girê Spî: 83 kes hatine kuştin

Li Girê Spî di 5 salên dagirkirinê de 75 kes hatin kuştin û 8 hatin bidarvekirin.

Bîlançoya 5 salên dagirkirina Girê Spî: 83 kes hatine kuştin
7 nîsan, 2024   15:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Belgekirina Sûcan li bajarê Girê Spî ji Cotmeha 2019`an ve 203 şênî hatine revandin. Navendê da zanîn ku di nav wan de 7 jin û 12 zarok hene û çaresenûsa 89 kes ji wan hîna nediyar û 26 kes jî sewqî Tirkiyeyê hatine kirin û li wir girtî ne. 

Navendê bi bîr xist ku di êrişan de û piştî êriş 75 kes hatine kuştin û zêdetirî 219 kes jî birîndar bûne. Ji wan 17 kes astengdar bûne.

Her wiha 8 şêniyên ku ji warên xwe derneketine yan jî piştî dagirkirinê vegeriyane malên xwe, hatine bidarvekirin.

Navendê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku ji sedî 14`ê niştecihên Girê Spî piştî dagirkirinê, vegeriyane warên xwe û ji aliyê çeteyan ve hatine tengavkirin û gelek ji wan hatine revandin rumxî ku piraniya wan temenmezin in.

Dagirkeran zêdetirî 5 hezar û 171 mal û hezar û 180 dikar desteser kirine û li 64 gund şênî derxistine. Destê xwe danîne ser zêdetirî milyonek û nîv milyon donim zevî.

BICIHKIRINA HEZAR Û 849 MALBAT

Li gorî agahiyên ku navendê parve kirine, hezar û 849 malbatên ji herêmên din ên Sûriyeyê li malên şêniyên bajarê Girê Spî yên koçber bûne, hatine bicihkirin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 12 kargeh desteser kirine û amûrên tê de dizîne û li Tirkiyeyê firotine.

Navendê anî ziman ku leşkerên Tirk li ser sînorên gundewarê Girê Spî 14 sûriyeyî qetil kirin û 77 kes jî birîndar kirin. Di nava kuştiyan de zarokek heye û piraniya wan cotkar in û zeviyên wan li ser sînor in.

(şx)

ANHA