Li Tebqayê têkildarî xeteriyên hişbirê panel

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kantona Tebqayê têkildarî xeteriyên hişbirê û rêbazên têkoşîna li dijî wê panelek li dar xist.

Li Tebqayê têkildarî xeteriyên hişbirê panel
Li Tebqayê têkildarî xeteriyên hişbirê panel
Li Tebqayê têkildarî xeteriyên hişbirê panel
Li Tebqayê têkildarî xeteriyên hişbirê panel
Li Tebqayê têkildarî xeteriyên hişbirê panel
Li Tebqayê têkildarî xeteriyên hişbirê panel
Li Tebqayê têkildarî xeteriyên hişbirê panel
Li Tebqayê têkildarî xeteriyên hişbirê panel
13 tîrmeh, 2024   17:33
TEBQA

Bi sernavê ˊXeteriyên hişbirê û rêbazên têkoşîna wêˊ Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Tebqayê panelek organîze kir. Di panelê de nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, endamên deste û meclisên girêdayî wê, partiyên siyasî, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Tebqa beşdar bûn. Panel li ser dika Şehîd Musenfa Ebdulkerîm a Navenda Çand û Hunerê hat lidarxistin.

Di panelê de şêwirmendê nexweşiyên derûnî Ebdulfetah El Himêdî di mijara yekemîn de axivî û behsa xeteriyên hişbirê û çawaniya têkoşîna li dijî wê di aliyên tenduristî, derûnî û perwerdehî de kir. El Himêdî wiha got: "Aliyê hişyariyê ji aliyên girîng ên rêgirtina li pêş kesên hişbirê bi kar tînin. Divê ew werin hişyarkirin ku rewşên depresyonên giran çêdikin û bi xwe re mirinê tîne. Her wiha mejiyên ciwanan û bikarhênerên wê pamendiyê qels dikin û di encamê de rewşên kuştin û binpêkirinên li dijî herêmê zêde dikin."

Di mijara duyemîn de endamê Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna Dijî Hişbirê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Kano axivî û got: "Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn, rola me li dijî vê pandemiyê ew e ku nehêlin ev pandemî derbasî herêmê be, mîqdarên dikevin herêmê jî bigirin, bikarhêner, belavker û bazirganên hişbirê bigirin."

Kano wiha domand: "Têkoşîna li dijî hişbirê ne tenê erka Hêzên Ewlekariya Hundirîn e, lê belê erka tevahî civakê ye ku bigihînin civakeke tendurist, ewle û îstîqrar."

Serokê Weqfa Al El Beyt Şêx Îbrahîm El Ilêwî axivî û got: "Bandorên li ser bikarhênerên hişbirê ew e ku mirov û civakê wêran dike, li dijî armancên şerîeta îslamê di parastina pênc pêwîstiyan de (ol, derûnî, mejî, namûs û pere) ye."

Beşdaran axivî û got divê girîngî li ser xeteriya hişbirê bê dayîn, panel, semîner werin lidarxistin, bi taybet di nava ciwanan de , navendên dermankirina bikarhênerên hişbirê werin vekirin.

Panel bi belavkirina broşorên li ser xeteriya hişbirê û rêbazên têkoşîna li dijî wê, li beşdaran, bi dawî bû.

(fr)

ANHA