Parastin û MÎT’ê şewatên Duhok, Hewlêr û Kerkûkê plan kirine

Hat diyarkirin ku şewatên li Kerkûk, Duhok û Hewlêrê hatibû derxsitin, ji aliyê îstîxbarata PDK’ê ya bi navê Parastin û istixbarata Tirk ya bi navê MÎT’ê ve hatine derxistin. Navên kesên şewat derxistine hatin eşkerekirin.

Parastin û MÎT’ê şewatên Duhok, Hewlêr û Kerkûkê plan kirine
13 tîrmeh, 2024   17:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Lekolin.org têkildarî mijarê nûçeyek taybet a bi sernavê “Kesên ku bi talîmata MÎT-Parastinê şewat organîze kirine” weşand. 

Di nûçeyê hat destnîşankirin ku MÎT û Parastin ji destpêka sala 2024’an ketine nava hewldanan ku bêjin sedema şerê li Başûrê Kurdistanê PKK ye û gel li dijî wê sor bike, hikûmeta Bexdayê jî tehrîk bike.

Di berdewama nûçeyê de bal hatiye kişandin ku 20’ê Nîsana 2024’an berpirsên MÎT’ê yên li herêmê û rêveberên Parastin li navçeya Selehedîn a Hewlêrê civînek veşartî çêkiriye; di civînê de biryar hatiye girtin ku bazara Lengê û sûka dîrokî ya li Hewlêrê were şewitandin. Piştî vê civînê 23’yê Nîsana 2024’an heman cih hatin şewitandin.

Heman rojê (23 Nîsan) bazarên Şêxale û Niştîman ên li Herêmê hatin şewitandin. Li gorî nûçeyê di mehekê de li nava sînorên Hewlêrê 430 şewat derketin û piraniya wan li bazar û cihên bazirganiyê bûn. 

Di nûçeyê de tê gotin ku beriya civîna veraştî jî di encama hevdîtinên herdu îstixbaratan de roja 17’yê sibatê û 7’ê Adara (2024) li Duhok û Hewlêrê 11 bûyerên şewatê çêbûne, lê rayedarên PDK’ê her carê îdia kirine ku şewat ji ber kehrebê derketine.

Piştî şewatan Wezareta Karên Navxweyî ya Iraqê û Midûriyeta Giştî ya Dîwana Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyan îdîa kiribûn ku şewat ji aliyê alîgirên PKK’ê ve hatine derxistin û hinek kes hatibûn girtin.

Di nuçeyê de tê gotin ku kesên hatine girtin welatparêzin û ji berê de lîsteya wan ji aliyê MÎT û Parastinê ve hatine derxistin, lê tu eleqeya wan bi şewatan re nîn e.

Di berdewama nûçeya lekolin.org de hatiye destnîşankirin ku kesên plana şewatan derxistine ji aliyê MÎT û Parastin ve hatine erkdarkirin û navên wan jî eşkere bûne.

Li gorî nûçeyê kesên ku şewat plan kirine ev in:

-Şaho Taha Hemê Tahir: Ji navçeya Kelarê ya Silêmaniyê ye.

-Êrîş Heyder Elî: Ji Hewlerê ye û yek ji payebilindinên Parastinê ye.

-Mirwan Qadir Welî: Ji gundê Pîran ê Hewlêrê ye.

-Ceza Serdeşt Şahla Obeyid Ehmed: Ji Duhokê ye.

-Zaniyar Semed Hebîb: Ji gundê Baclan ê Îranê ye.

-Mihemed Elî Weî: Ji Hewlêrê ye û berpirsê koma ku şewat derxistine ye. 

Li gorî nûçeyê Zaniyar Semed Hebib û Şaho Taha Hemê Tahir bi ekîba xwe re dibin berpirsyariya Êrîş Heyder Eli de, şewatên li Silêmanî û Kerkûkê, Mihemed Elî Weî şewatên li Hewlêr û navçeyên wê, Ceza Serdeşt Şahla Ubeyid Ehmed û Mirwan Qadir Weli jî şewatên li Duhok û derdora wê plan kirine.

(a)
ANHA