Welatiyek efrînî hat revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bajarê Cindirêsê yê Efrîna dagirkirî welatiyek revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

Welatiyek efrînî hat revandin
13 tîrmeh, 2024   17:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecihî, Îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker (MÎT) û çeteyên Polîsên Sivîl ji Cindirêsê di 10ˊê Tîrmehê de welatiyê bi navê Fehmî Ebdo Sîdo (33) ê ji gundê Miskê Jêrîn revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

Li herêmên Sûriyeyê yên ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine revandin, ewlehî tune ye, li dijî kesên mayî sûcên qetilkirin, dizî, talanî û revandin pêk tên.

(fr)