Li Tebqayê semînerek li ser entegrasyona demokratîk hat dayîn

PYD'ê ya kantona Tebqayê semînerek bi navê "Entegrasyona demokratîk wateyê diparêze, xwezayê diparêze û vegera bi rûmet a koçberan misoger dike" li dar xist.

Li Tebqayê semînerek li ser entegrasyona demokratîk hat dayîn
Li Tebqayê semînerek li ser entegrasyona demokratîk hat dayîn
Li Tebqayê semînerek li ser entegrasyona demokratîk hat dayîn
Li Tebqayê semînerek li ser entegrasyona demokratîk hat dayîn
Li Tebqayê semînerek li ser entegrasyona demokratîk hat dayîn
Li Tebqayê semînerek li ser entegrasyona demokratîk hat dayîn
Li Tebqayê semînerek li ser entegrasyona demokratîk hat dayîn
Li Tebqayê semînerek li ser entegrasyona demokratîk hat dayîn
26 mijdar, 2025   19:02
TEBQA

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya kantona Tebqayê semînerek li ser entegrasyona demokratîk li hola Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê da. Di semînerê de endamên partiyê, Meclisa Malbatên Şehîdan, şêniyên Tebqayê û koçberên kantona Efrîn û Şehbayê amade bûn.

Di serî de endama Meclisa Jinan a PYD'ê Menal Mihemed mijara yekê ya li ser têgîna entegrasyona demokratîk nîqaş kir û got ku ev nimûne projeya alternatîf a sîstemên dewleta neteweyî û hegemoniya kapîtalîst e yên ku bûne sedema krîzên civakî, siyasî, exlaqî û ekolojî.

Menal Mihemed got ku entegrasyon ne tenê têkiliya di navbera pêkhateyan de, her wiha ew ji nû ve girêdana hêmanan e ku di sedsalên dîrokê de ji hev hatin qetandin, wekî qetandina mirov ji civakê, jinê ji jiyana giştî, gelan ji hev û xwezayê ji mirovan.

Endama Meclisa Giştî ya PYD'ê ya kantona Sureya Mustefa mijara duyê ya li ser wateyê û vegerîna li xwezayê da. Sureya Mustefa got ku têgihîştina fikrê mirovî ji serdemên pêşîn heta niha, ne zanabûneke zêdeyî pêwistiyê ye, lê belê ew şerteke sereke ya têgihîştina rastiya me ye ji ber ku dema mirov ji têkiliya xwe ya resen a bi xwezayê re qut bû û wateya ku ji hevbeşî û hevkariyê derdiket, tune bû, dûrketina ji nasname û girêdanê derket holê.

Sureya Mustefa diyar kir ku yek ji sedemên krîza heyî ew e ku mirov li şûna bibin berhemdêr, bûne bikarhêner û got: "Sîstemên siyasî yên navendî û modernîteyê têkiliya mirov bi derdorê re qut kir û hişt mirov di welatê we de jî xwe li xerîbiyê hîs bike. Ev hest jî nahêle mirov rola xwe bilîzin. Civak vediguhêze komên cuda û li gorû fermanên jor tev digerin."

Di dawiya semînerê de beşdaran teqezî bi wê yekê de ku entegrasyona demokratîk nêrîneke giştî ye, ne nêrînên ji hev cuda ye. Beşdaran diyar kir ku azadiya mirov bi civaka demokratîk, civaka demokratîk bi wekheviya jinan, wekheviya jinan bi siyaseta exlaqî ne desthilatdar, siyaseta exlaqî ya ne desthilatdar bi aboriya komînal û aboriya komînal jî bi têkiliya hevseng a di navbera gel û nasnameyan de, tên pêkanîn.

(mh)