Li Tebqayê Peymangeha Endazyariyê hat vekirin

Li kantona Tebqayê, Zanîngeha Şerq bi şahiyekê Peymangeha Endazyariyê vekir.

17 mijdar, 2024   16:49
TEBQA

Zanîngeha Şerq Peymangeha Endazyariyê li şaxê zanîngehê yê li kantona Tebqayê bi şahiyekê, vekir.

Şahî bi dirûşma “Şerq jêdera zanînê ye” li qada şaxê Zanîngeha Şerq ê bajarê Tebqayê hat lidarxistin. Di şahiya vekirinê de bi dehan nûnerên Rêveberiya Xweser, deste û meclisên wê û şêniyên herêmê beşdar bûn.

Di serî de hevseroka Zanîngeha Şerq Rena Ebdulqadir vekirina peymangehê pîroz kir û got: “Armanca me zêdekirina hejmara peymangeh û fakulteyên kantona Tebqayê ye.”

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê Ehmed El Omer jî axivî û got: “Ev destkeftiyeke nû ye û li destkeftiyên me yên salên dawîn zêde bûye. Tevî êriş û hedefgirtina herêmên me û projeya me ya demokratîk, me karibû xaka xwe biparasta û avakirinê bi pêş bixin.”

Di Peymangeha Endazyariyê de beşa elekrtîk û beşa mîkanîk hene, xwendina wan jî 2 sal in.

(mh/fr)

ANHA