Di topbarana li başûrê Lubnanê de 2 welatiyên sûriyeyî hatin kuştin

Di topbarana Îsraîlê li dijî mezreyekê li deşta bajarokê Marî yê li başûrê Lubnanê de welatiyekî Sûriyeyî û hevjîna xwe hatin kuştin.

Di topbarana li başûrê Lubnanê de 2 welatiyên sûriyeyî hatin kuştin
17 mijdar, 2024   16:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Wetenî ya Lubnanê ragihand ku di tobparana Îsraîlê li deşta bajarokê Marî yê Hasîba yê parêzgeha Nebtiye ya başûrê Lubnanê de welatiyekî Sûriyeyî û hevjîna xwe hatin kuştin û yekî din jî birîndar bû.

Di encama êrişên Îsraîlê li Lubnanê, bi sedan hatin kuştin û bi hezaran birîndar bûn, li beramber wê jî bi deh hezaran Lubnanî û penaberên Sûriyeyî koçber û penaber bûn.

(fr)