Li Tebqayê meş: Bersiva banga Rêber Apo bidin!

Şêniyên kantona Tebqayê û koçberên ji Efrîn û Şehbayê bi meşekê piştgirî dan peyama aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan û wekî rêya yekane ya ber bi aştiyê ve nirxand.

17 hezîran, 2025   14:41
TEBQA

Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Tebqayê bi daxwaza bersivdayîna peyama aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî meşek li dar xist. Tevî endamên saziyên sivîl bi sedan şêniyên kantona Tebqayê  û koçberên ji kantona Efrîn-Şehbayê beşdarî meşê bûn.

Girse ji taxa Ewel (Yekem) ber bi çerxerêya Meyselûn a li taxa Sanî (Duyemîn)  ve meşiyan. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan, pankartên bi nivîsên "Daxwaza me ew ku bersiva banga Rêber Apo ya ji bo aştî û demokasiyê bidin" hatin vekirin, her wiha dirûşmên "Bê Serok Jiyan Nabe" û "Bijî Berxwedana Îmraliyê" hatin berzkirin.

Meş li çerxerêya Meyselûn sekinî û deqeyek rêz hat giritn. Piştre endama Meclisa Rêveberiya Kar û Barên Koçberên ji Efrîn-Şehbayê yên li Tebqayê Elîf Şêx Mihemed axivî û got, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê hevgirtî bin, dê bi gelên din ên cîhanê re têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî y a Rêber Apo mezin bikin.

Elîf Şêx Mihemed di dewama axaftina xwe de banga dîrokî ya aştî ya ku Rêber Abdullah Ocalan kiribû, wekî derfeta yekane ya bi dawîkirina şerê li Rojhilata Navîn bi nav kir.

Hevserokê Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Tebqayê Emced El Nerces diyar kir ku banga Rêber Abdullah kilîta yekane ye ku dikare dawî li şeran bîne û çareseriyên mayînde mîsoger bike û ev li gotinên xwe zêde kir "Di demekê de ku hêzên herêmî û navneteweyî li ser nexşeya nû ya Rojhilata Navîn şer dikin Rêber Abdullah projeyeke rasteqîn a aştî û jiyana hevbeş pêşkêş kir. Ji her kesî re diyar e ku kilîta yekane ya ku dikare dawî li şer bîne û aştiyeke mayînde mîsoger bike li cem Rêber Abdullah Ocalan e."

El Nerces diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi zimanê gelên azad ne bi zimanê pergalên girtî, bi zimanê edaletê, ne bi zimanê serdestiyê diaxive  û got: "Banga dawî ya Rêber Abdullah Ocalan derfeteke dîrokî ye, divê her kes pêk bîne."

Çalakî bi berzkirina dirûşmên silavkirina Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(bb)

ANHA