Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 126 kes hatin darvekirin

Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ ragihand ku ji serê vê mehê ve li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 126 kes hatine darvekirin.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 126 kes hatin darvekirin
17 hezîran, 2025   14:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Kampanyaya “Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re” ku ji hêla girtiyên siyasî yên li 38 girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve hatiye destpêkirin, di hefteya 73’yemîn de daxuyaniyek belav kir.

Kampanyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji serê vê mehê (Hezîran) heya niha, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 126 kes hatine darvekirin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku gelê Kurd û Îranê şer naxwazin, ji ber ku gel ji mafên jiyanê bê beş dihêlin û hate gotin; “Kesên ku hatine darvekirin, ji pêkhate û mezhebên cûda bûn. Wan tenê daxwaza dadperwerî û azadiyê kirine. Em bi tundî cezayên darvekirinê şermezar dikin û bêdeng namînin. Em bang li hemû civaka navneteweyî dikin ku bibin dengê girtîgehan û piştgiriyê bidin.”