Li Tebqayê merasîmeke xiyabî û şehîd hat oxirkirin

Xelkê kantona Tebqayê cenazeyê şervanekî QSDˋê defin kir û beşdarî merasîma xiyabî ya şervanekî QSDˋê bûn û got ew ê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin.

Li Tebqayê merasîmeke xiyabî û şehîd hat oxirkirin
Li Tebqayê merasîmeke xiyabî û şehîd hat oxirkirin
Li Tebqayê merasîmeke xiyabî û şehîd hat oxirkirin
Li Tebqayê merasîmeke xiyabî û şehîd hat oxirkirin
Li Tebqayê merasîmeke xiyabî û şehîd hat oxirkirin
Li Tebqayê merasîmeke xiyabî û şehîd hat oxirkirin
Li Tebqayê merasîmeke xiyabî û şehîd hat oxirkirin
25 ÇILE, 2025   17:28
TEBQA

Xelkê kantona Tebqa, koçberên kantona Efrîn û Şehba, nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, deste û meclisan li goristana şehîdan a bajarê Tebqayê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Arif Ehmed El Şêx ê ku di 3ˋyê Çileyê li bajarê Curniyê de şehîd bûbû, oxir kirin. Di heman demê de şênî beşdarî merasîma xiyabî ya şervanê QSDˋê Şoreş Welîd Osman bûn ku di bersivdana êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dijî Bendava Tişrînê de di 17ˋê Çileyê de şehîd bûbû.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya kantona Tebqa Ehmed El Xelef sersaxî da malbatên şehîdan û got: "Ev şervan di oxira dozê û parastina xakê de canê xwe feda kirin."

El Xelef wiha domand: "Lehengên me yên QSDˋê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên dijî Bendava Tişrînê de ku êdî bûye sembola berxwedanê destanên lehengiyê dinivîsînin. Em soz didin wan şervan û şehîdan ku em ê berxwedanê bidomînin û mezin bikin."

Her wiha berdevkê Meclisa Leşkerî yê Tebqayê Seqir Curniyê axivî û got: "Dema em tên goristana şehîdan em ji cîhanê û nifşên nû re peyamekê didin ku em ê heta ewlehî û aramiyê şopdarên rêya şehîdên xwe bin."

Seqir peyamek da Erdogan û got: "Ne balafirên şer ne jî yên bêmirov nikarin me ji têkoşînê bi dûr bixin. Ji ber ku em xwediyê maf in û hûn dijmin in."

Di dawiyê de wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

(fr)

ANHA