Ji bo berxwedana Tişrînê kargeha wêneyan hat vekirin

Ji bo piştgiriya berxwedana Bendava Tişrînê şêwekaran li navenda Mihemed Şêxo kargeha wêneyan vekir.

25 ÇILE, 2025   18:04
QAMIŞLO

 Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND) bi diruşma "Rengê Berxwedana Bendava Tişrînê" li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişloyê li ser asta kanona Cizîrê karegeha wêneyan vekir.

Di merasîma vekirinê de endamên TEV-ÇANDˋê, şêwekar û hunermendên ji kantona Cizîrê beşdar bûn..

Di merasîma de şêwekar Ferhad Xelîl axivî û got: "Armanc ji vekirina vê pêşangehê ew e ku em piştgiriyê bidin berxwedana QSDˋê û sivîlên li Bendava Tişrînê li dijî êrişên dagirkeran tê dikoşin. "

Xelîl wiha domand: "Em ji bo parastina herêmê û piştgiriya berxwedanê li kêlek şervanên xwe yên QSDˋê ne."

Endamê komîteya amadekar a kargeha wêneyan Elî Ebdullah axivî û got: "Eger derfet hebe, em dixwazin tabloyên xwe li Bendava Tişrînê pêşkêş bikin."

Di pêşangehê de 13 şêwekar beşdar dibin û wê her şêwekarek 2 tabloyan xêz bike.

Çalakiyên xêzkirina tabloyan di 29’ê Çileyê de bi dawî dibe û wê piştre ev tablo di pêşangehê de werin pêşkêşkirin.

(re/fr)

ANHA