Li Tebqayê dirûşmên azadiya jinan hatin jêbirin

Li bajarê Tebqayê, hin nivîs û hevokên der barê azadiya jinan û mafên wan de ku li ser dîwarên hin dibistan û saziyan hatibûn nivîsandin, hatin rakirin.

Li Tebqayê dirûşmên azadiya jinan hatin jêbirin
17 sibat, 2026   13:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Di dîmenekê de ku li ser medyaya dîjîtal hat belavkirin, çend ciwanên ku xwe wek "Tîma Teqbayê ya Xwebeş" da nasîn, hin nivîs û hevokên der barê azadiya jinan û mafên wan de ku li ser dîwarên hin dibistan û saziyan hatibûn nivîsandin, rakirin.

Di dîmenan de yek ji wan ciwanan dibêje “ev nivîs û dirûşm ne li gorî çanda me ne".

Ev kiryar piştî ku hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ketin bajêr, pêk hat.