Li Tebqayê bîranîna cangoriyên azadiyê
Cangoriyên azadiyê yên mehên Nîsan, Gulan û Hezîran li Tebqayê hatin bibîranîn.
Ji bo bîranîna şehîdên mehên Nîsan, Gulan û Hezîranê, merasîmek li Pakrewangeha Şehîdan a kantona Tebqayê hat lidarxistin. Malbatên şehîdan, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê, endam û nûnerên tevgerên jinan û Meclisa Leşkerî ya Tebqayê beşdarî merasîm bûn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre mûm li ber wêneyên şehîdan hatin vêxistin.
Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Tebqayê bavê şehîd Hanî Ilês, Yasir Ilês axivî.
Yasir Ilês got: "Em li vî cihê pîroz kom bûne da ku şehîd Zîlan jî di nav de şehîdên xwe yên mehên Nîsan, Gulan û Hezîranê bi bîr bînin. Şehîd Zîlan rêya azadî û heqîqetê hilbijart. Bi çalakiya xwe ya fedaî bû sembola jina azad."
Ilêş anî ziman ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xaka xwe ve girêdayî ne û wiha got: "Em di Rêveberiya Xweser de dibêjin armanca me yekitiya welat û rizgarkirina herêmên dagirkirî ye."
Rêvebera Nivîsageha Kar û Barên Malbatên Şehîdan a Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Şêrîn Mûsa axivî û soza şopandina xeta şehîdan da.
Merasîm bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.
(bb)
ANHA