Îsraîlê 45 dîlgirtî serbest berdan

Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku 54 dîlgirtiyên filistînî hatine berdan.

Îsraîlê 45 dîlgirtî serbest berdan
1 tîrmeh, 2024   13:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya Maariv, Îsraîlê ji ber tijîbûna girtîgehên wê, 54 dîlgirtiyên filistînî serbest berdane.

Rojnameyê diyar kir ku rêveberê Nexweşxaneya Şîfa Mihemed Ebû Selîma jî di nava dîlgirtiyên berdayî de ye.

Ji destpêka şerê li Xezayê (7 Cotmeh 2023) ve, Îsraîlê zêdetirî 9 hezar û 450 kes li Dîfe û Qudsê girtine.

(bb)