Li Tebqayê 2 şehîdên QSD`ê hatin oxirkirin

Şêniyên kantona Tebqa û koçberên kantona Efrîn û Şehbayê cenazeyên şervanên QSD`ê Lûye û Elaudîn El Îsa oxir kirin.

28 îlon, 2025   20:58
TEBQA

Bi sedan şêniyên kantona Tebqa, koçberên kantona Efrîn û Şehbayê, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê, deste û saziyên wê, partî, rêxistinên civaka demokratîk, hêzên leşkerî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, rûspiyên êlan tev li merasîma oxirkirina 2 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Luy û Elaudîn El Îsa bûn ku 27`ê Îlonê di êrişa şaneyeke çeteyên DAIŞ`ê li kantona Dêrazorê de şehîd bûbûn. 

Ji fermandarên QSD`ê Saqir Cirniye axivî û got: “Ji bo azadiyê û edaletê şehîdan canê xwe feda kirin. Ew jêdera îlhamê ya gelan e ji bo ku têkoşînê û fedakariyê ji bo axê û welat bi domînin.”

Hevseroka Desteya Malbatên Şehîdan, Dîlgirtiyan û Gaziyan a kantona Tebqayê Foza Mihemed axivî û got: “Rêya têkoşînê yak u şehîdan xêz kiriye, dirêj e û tenê dê bi serkeftinê tacîdar be. Ciwanên herêmê dê li ser rêya wan bin. Amade ne ji bo ku parastina axê û gel, canê xwe feda bikin.”

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê ya her du şehîdan hate xwendin û radestî malbata wan hate kirin. Dûre girseyê cenazeyên her du şehîdan spartin axê.

(şx)

ANHA