Konferansa Jinan a Yekitiya Şaredariyan bi dawî bû

Konferansa Meclisa Jinan a Yekitiya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya duyemîn bi dawî bû. Ji xalên bingehîn ên encamnameya konferansê, erêkirina rêziknameyê û berdewamkirina têkoşînê ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.

Konferansa Jinan a Yekitiya Şaredariyan bi dawî bû
Konferansa Jinan a Yekitiya Şaredariyan bi dawî bû
Konferansa Jinan a Yekitiya Şaredariyan bi dawî bû
Konferansa Jinan a Yekitiya Şaredariyan bi dawî bû
Konferansa Jinan a Yekitiya Şaredariyan bi dawî bû
Konferansa Jinan a Yekitiya Şaredariyan bi dawî bû
28 îlon, 2025   20:52
HESEKÊ

Vê sibê Bi dirûşma "Jina komînal misogeriya avakirina Şaredariyên demokratîk e",  konferansa duyemîn a Meclisa Jinan a Yekitiya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû lidarxistin. 150 delege, nûnerên Rêveberiya Xweser û saziyên wê, Kongra Star, nûnerên partiyan, tev li konferansê bûn ku li hola Serdemê ya bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê li dar ketibû.

Konferans bi encamnameyekê bi dawî bû ku xalên wê wiha ne:

Erêkirina rêziknameyê.

Berdewamkirina têkoşînê ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

Meşandina xebatan li gorî Menîfestoya Aştiyê û Civaka Demokratîk û çalakkirina têkiliya komînan bi şaredariyan e.

Meşandina kar û xebatan li gorî bernameya Meclisa Jinan a şaredariyan, kantonan û herêmê.

Berdewamkirina kampanyayên dilxwaziyê bi gel re.

Lidarxistina civînan bi gel re ji bo projeyên taybet ên jinan.

Berdewamkirina kampanyayên paqijiyê û çandina daran di bajarok û kantonan de.

Çalakkirina rola ragihandinê ji vê bêtir bi taybet der barê kar û xebatên jinan di nava şaredarî û projeyên taybet de.

Xurtkirina têkiliyan di navbera meclisên jinan de li tevahî şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, vejandina dostaniyê, peymên biratiyê bi tevahî şaredariyên li cîhanê.

(şx)

ANHA