Li Tebqa û Cizîrê semînerên têkildarî hişbirê

Li kantonên Tebqa û Cizîrê bi semîneran bal li ser hişbirê hat kişandin û hat gotin ku divê panelên hişyariyê werin zêdekirin, hevkarî bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re were kirin, zarok werin şopandin û komîteyên parastinê ji bo têkbirina vê pandemiyê werin avakirin.

2 kanûn, 2025   18:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li kantonên Tebqa û Cizîrê semînerên hişyariyê yên têkildarî pandemiya hişbirê bi amadebûna şênî û endamên saziyên eleqedar hatin dayîn.

TEBQA

Li kantona Tebqayê Hêzên Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbirê semînerek bi dirûşma "Metirsiya hişbirê" li Navenda Çand û Hunerê ya bajêr da. Di semînerê de nûnerên deste, meclis, tevgerên jinan û yên ciwanan, partiyên siyasî û hêzên ewlekariyê amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, endamê rêveber ê Hêzên Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbirê Usama Elî behsa cûreyên hişbirê yên xwezayî, nîvçêkirî û çêkirî û sedemên belavbûna wan kir û anî ziman ku: "Ji ber nezanîna ciwan û şêniyan, bêkarî, valahî, jevketina malbatan û zextên derûnî hişbir belav dibe. Li kêlek wê jî bazirgan bi gelek rêbazan wekî belavkirina bêpere yan jî bi deyn vê pandemiyê belav dikin. Li hin deveran jî ji ber tunebûna çavdêriyê, zexta ji dostan û daxwaza ceribandinê, ev diyarde belav dibe."

Usama Elî diyar kir ku hişbir madeyên xwezayî yan jî yên kîmyewî ne ku bandorê rasterast li mejî û sîstema esebî dikin, di encamê de raman, derûnî û reftarê mirov tên guhartin û destnîşan kir ku : "Metirsiya wê ew e ku madeyên kîmyewî dişîne mejî, bi wê re dihêle mirov hestên kêfxweş hest bike, lê di encamê de ev dibe sedem ku êdî mejî madeyên xwe yên hormonî yên xwezayî çêneke, li benda madeyên li derve be. Bi vî awayî mirov dikeve qonaxa îdmana (tiryakbûn) derûnî, piştre ya bedenî û dibe esîrê hişbirê."

Berdevkê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Fuad El Cemel şopên kişandina hişbirê yên ku li mirov xuya dikin, diyar kirin.

Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê kantonê Ebdulmecîd El Omer jî diyar kir ku ji bo girtina bazirgan û belavkerên hişbirê tedbîr û xebatên xwe didomînin.

Piştre beşdaran di nîqaşan de pêşniyar kir ku navendeke tenduristiyê ji bo dermankirina kesên îdmanbûyî û pêşxistina wan were vekirin, panel û semîner li dibistan û komînan werin zêdekirin.

ÇILAXA

Desteya Ciwanan û Werzîşê ya bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê û Hêzên Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbirê panelek bi dirûşma "Jiyanê hilbijêre û hişbirê red bike.. bi hev re ber bi nifşekî zana û civakeke bê îdman ve" li Navenda Çand û Hunerê ya bajêr da.

Di semînerê de şênî, ciwan, şagirtên asta amadehî û nûnerên saziyên sivîl û xizmetguzarî amade bûn.

Di semînerê de endamê rêveber ê Navenda Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbirê Mihemed Arif diyar kir ku hişbir diyardeyeke cîhanî ye ku ciwanan hedef digire û civakan ji hev dixe û armanc ji belavkirina wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew e ku projeya neteweya demokratîk were têkbirin.

Arif hişyarî ji cûreyê "krîstal" ê hişbir da, ji ber ku ji bo bikarhênerê wî derman tune ye û got ku berpirsiyarî di serî de ya malbat, komîn û saziyên perwerdehiyê ye.

Piştre, endamê Nivîsgeha Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbirê Eyhem Hesen girîngî da zêdekirina semîneran û belavkirina biroşûran li dibistan û komînan, û bang li şêniyan kir ku bi hêzên ewlekariyê re hevkar bin.

Di dawiya semînerê de beşdaran di nîqaşan de destnîşan kir ku ji bo têkbirina vê diyardeyê berpirsiyarî ya her kesî ye.

(mh/fr)

ANHA