Şandeya DEM Partiyê ji Girava Îmraliyê vegeriya

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî hevdîtina li gel Rêber Abdullah Ocalan ji Girava Îmraliyê vegeriya.

Şandeya DEM Partiyê ji Girava Îmraliyê vegeriya
2 kanûn, 2025   18:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê ji bo bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike çû Girava Îmraliyê. Endamên Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol, piştî hevdîtina li gel Rêber Abdullah Ocalan ji Girava Îmraliyê vegeriyan.

Herî dawî şande di 3yê Mijdarê de çûbû Girava Îmraliyê û li gel Rêber Abdullah Ocalan hevdîtin pêk anîbû.