Li nêzî otêla Four Seasons a Şamê teqîn

Li nêzî Pira Huriye ya li derdora otêla Four Seasons a Şamê mayînek teqiya, di encamê de zirarên madî çêbûn.

Li nêzî otêla Four Seasons a Şamê teqîn
7 kanûn, 2025   16:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji Şamê daxuyand ku li nêzî otêla Four Seasons a Şamê mayînek teqiya. 

Li gorî agahiyên destpêkê, teqîn li nêzî pira Huriye ya naverasta Şamê pêk hat, tu birîndarî çênebûn, lê tenê zirarên madî çêbûn.

Di dîmenên li ser medyayên dîjîtal de hatine parvekirin de xuya dibe ku ambulanc berê xwe dide cihê teqînê, li derdorê jî welatî kom bûne.

Ev teqîn hemwextî salvegera yekemîn a hilweşîna rejîma Baasˊê di 8ˊê Kanûna 2024ˊan de pêk hat.

(fr)