Moskov: Danûstandinên ji bo Ukraynayê di qonaxa destpêkê de ne

Moskovê diyar kir ku danûstandinên wê yên bi Washingtonê re yên ji bo Ukraynayê girêk in û pêdivî bi demek dirêj heye.

Moskov: Danûstandinên ji bo Ukraynayê di qonaxa destpêkê de ne
7 kanûn, 2025   18:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Alîkarê serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Yuri Ushakov diyar kir ku danûstandinên Moskov û Washingtonê yên der barê Ukraynayê de hîn di qonaxên xwe yên destpêkê de ne, rêya çareseriyê ne hêsan e, ji ber vê yekê hîna demek dirêj jê re divê.

Ushakov anî ziman ku her du alî li ser koordînakirina "xalên aloz" dixebitin û tê texmînkirin belgeyek pêşerojê ya girêdayî pirsgirêka Ukraynayê destnîşan bikin. Ushakov da zanîn ku sazkirina pêşniyaran hîna di qonaxa pêş de ye, li kêlek wê jî hişyarî ji tu gavên rojavayî yên desteserkirina pereyên Rûsyayê da.

Di heman demê de, Nûnerê Taybet ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yê li Ukraynayê Keith Kellogg ragihandibû ku gihandina rêkeftinekê ji bo bidawîkirina şer "pir nêzîk e" û destnîşan kiribû ku 2 astengiyên sereke yên mayî hene; yek statuya herêma Donbas, ya din jî pêşeroja santrala nukleerî ya Zaporizhzhia ya herî mezin li Ewropayê, ku niha di bin kontrola Rûsyayê de ye.

Kellogg dabû zanîn ku hewldanên danûstandinê di "metreyên dawî" yên rêveçûna xwe de ne û geşbîniya xwe anîbû ziman ku ew her du doz werin çareserkirin dê derî li pêş çareseriyên berfireh jî veke.

(ac/fr)

ANHA