Şervana YPJ’ê Stêrk Hêzil li Kobanê hat oxirkirin

Şervana YPJ`ê Stêrk Hêzil bi merasîmeke girseyî li Kobanê hat oxirkirin.

7 kanûn, 2025   16:00
KOBANÊ

Şervana Yekîneya Parastina Jin (YPJ) Stêrk Hêzil (Munîra Elî) ku di 3`ê Kanûna 2025`an li Dêr Hafir şehîd bûbû, îro bi merasîmeke girseyî li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya bajarê Kobanê oxir kir. Şêniyên kantona Firatê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û rêxistinên jinan beşdarî merasîmê bûn.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtinê dest pêk kir. Dûre hevserokê Akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî ya li bajarê Kobanê Silêman Silêman sersaxî ji malbata şehîd Stêrk Hêzil re xwest û wiha axivî: "Şehîd ew in ku ji bo parastina axa xwe  soz dan û têkoşîneke bê hempa kir. Divê em jî xwedî li mîrateya şehîdên xwe derkevin û şopdarên rêya wan bin."

Ji rêveberên Kongra Star ên bajarê Şêranê Litfiyê Silêman anî ziman ku ew ê xewn û xeyalên şehîdan pêk bînin û rêya ku wan dabû pêşiya xwe ew ê berdewam bikin û wiha got: "Em bi şehîdên xwe serbilind in. Em ê  têkoşîna azadiyê bidomînin . Em soz didin şehîdên xwe ku em ê şopdarên doza wan bin."

Piştî axaftinan, wesîqa şehadeta şehîd Stêrk Hêzil hate xwendin û radestî malbata wê hate kirin.

Cenazeyê şehîd Stêrk Hêzil bi tilîliyên dayîkan û dirûşma "Şehîd namirin" spart axê.

(sş/b)

ANHA