Li taxa Beramkê ya Şamê cenazeya jinekê hat dîtin

Komek diz ketin maleke li taxa Beramkê ya Şamê û bi alaveke tûj xwediya malê qetil kir.

Li taxa Beramkê ya Şamê cenazeya jinekê hat dîtin
4 îlon, 2025   14:36
ŞAM

Komek diz di nava rojê de ketin malek li taxa Beramkê ya Şamê û bi alaveke tûj li jina bi navê "Mehasin Mehmûd El Sewaf" da û kuştin. 

Li gorî cîranê Mehasin, sûcdaran bi armanca diziyê ew sûc kirin, revîn û li pey xwe tirs û xofek di nava şêniyên taxê de hiştin. Şêniyan metirsiyên xwe li hember dubarebûna sûcên bi vî rengî yên di dema borî de zêde bûne, anîn ziman.

Heta niha sûcdar nehatine girtin, wê jî metirsiya der barê lawazbûna tedbîrên ewlehî û belavbûna sûcan zêde kir.

Ev sûc dosyaya ewlehiyê ya li Şamê derdixe pêş û aliyên berpirs datîne hemberî zehmetiyên mezin ên kontrolkirina rewşê û pêşîlêgirtina zêdebûna rewşên tund û qetilkirinê.

Doza qetilkirina Mehasin El Sewaf ji bo rewşa ewlehî nîşaneyeke xeternak e û pêdiviya sûcên wiha bi çareserkirina cidî û tedbîrên giran hene.

(fr)

ANHA